CîhanNûçe

Di navbera DYA û Meksîkayê de tunel hate dîtin

Hêzên asayişe li Meksîkayê, li bajarê Tijuana yê li ser sînor, 2 tunel dîtin ku deriyê wan li eyaleta Kaliforniya ya DYAyê vedibin. Tê texmînkirin ku tunel ji bo qaçaxiya madeyên hişber hatine vekirin.

Serdozgeriya Meksikayê diyar kir ku polîsan li herêma embaran a Tijuana dîtine ku deriye wê li eyaleta Kaliforniya li bajarê San Diegoyê vedibe û ya din jî nehatiye qedandin. Dozgeriyê ragihand ku ew texmîn dikin tünel ji hêla kartela hişber a Sinaola ya Meksikayê ji bo hişberê bibin DYAyê hatine kolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu