Rûsya: Em çavlirê bûn Dîwana Dadweriyê ya Navdewletî şîdeta li Xezayê rawestîne
Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê wek berteka li himber dayîna hukma destpêkê ya Dîwana Dadweriyê ya Navdewletî li bara dosiya Afrîqaya Başûr li dijî Rejîma Siyonîst got: Hukmê vê dadgehê mijara jînosayda li Xezeyê îsbat dike. Îsraîl, lê em çavli rê bûn ku ev dîwan di hikmê xwe de bi lez tundî û dijminatiya li Xezeyê rawestîne.
Mariya Zaxarova duh îniyê got : Berovajî gelek çavrêtiyan herçend ev hukmê destpêkê, Îsraîlê ji rawestandina şer û derxistina hêzên Israîlî ji zîvala Xezeyê îlzamî û pêwîst nake, lê hikmê destpêkê ya vê Dadgeha Navdewletî amaje bi berfirehiya êş û azarên xelkê sivîl ên Xezeyê mijara jînosayda li vê navçeya Filistînê piştrast dike.
Wê her wiha pêşwazî kir ji xalên hukmê destpêkê ya Dîwana Dadweriyê ku ferman daye Îsraîlê ku jînosaydê cih neyne û gîahndina demlidest a alîkariyên mirovî û gîahndina xizmetguzariyên giştî bo zîvala Xezeyê misoger bike.
Zaxarovayê tekez kir ku helwesta Rûsyê bilez rawestandina tundûtûjiyê ye ûgot: Ev helwesta Moskoyê li ser bingeha qayîde qirarên mafên navnteweyî û li gor exlaqê ye.