ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûsya helwêstên Têhran û Moskovayê yên bona cihhatina Lihevkirina Navokî wekhev da ragihandin

Wezareta karên derve ya Rûsya, bal kişand ser gotûbêjên alîkarê wezareta karên derve ya vî welatî bi hevtûşên xwe yên îranî li Têhranê û ragihand: Her du welat li gotûbêjên ku pêk hatine li ser girîngiya parastina mayindebûna pêvajoya cihhatina Lihevkirina Navokî li asoya wê ya demdirêj sekinîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, li daxuyaniya roja pêncşemiyê ya wezareta karên derve ya Rûsyayê li ser gotûbêjên Sêrgêy Riyabkof tev Ebas Iraqçî û Mecîd Textrewançî ku duh li Têhranê cih hat, hatiye ku: Her du alî li gotûbêjên berfireh, destnîşan kirin ku girîngiya mayindebûna Lihevkirina Navokî, girêdaiyê berçavgirtina sozên hemû aliyan li çarçoveya vê belgeyê ye. Ev daxuyanî herwiha li ser mijarên ku li gotûbêjên Riyabkof hatine raberkirin, pêgîrî kiriye: Alîkarên wezareta karên derve yên her du welatan, pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî û encamên ku ji destpêkê va heya niha bi dest ketine, hilkolandin.

Ryabkof, nûnerê payebilind ê Rûsya li gotûbêjên navokî yên di navbera Têhranê û Koma 5+1`ê û endamê komîsyona hevpar a pêvajoya cihhatina Lihevkirina Navokî ye.

Têhran û Moskova, di warê berhemanîna îzotopên mayinde bi hev re hevkariyê dikin û di eynî demê de firotina 39 ton ava giran a Îranê bo Rûsyayê jî niha qonaxên xwe yên dawiyê derbas dike.

Ji bilî viya, her du welat gotûbêjên ji bo avakirina du hêzgehên navokî bi dawî tînin kiu xercê pêwîst ji bo vî karî nêzî 10 mîlyard dolar tê pêşbînîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu