CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûsya: Tawanên Emerîkayê li dijî Îranê sexte ne

Rayedar û karzanên rûs gotin ku tawanên ku rayedarên emerîkî li dijî Îranê li bara teqîna du niftkêşan li deryaya Umanê dixe rojevê, sexte û bêbingeh e.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Dîmîtrî Pêskov, berdevkê Koşka Kirimlînê ragihand ku hegera teqîna du niftkêşan li deryaya Umanê nediyar e û loma raghandina encama dawiyê li vê barê hîn zû ye.

 Pêskov her wiha got ku bila cîhan wisa lezobezo encama dawiyê raneghînin.

 Sergeyî Riyabkov, alîkarê wezîrê karên derve  yê Rûsiyê jî xwset ku bila rewşa heyî bêalî û serhemdê xwe hilkolin û bilezûbez li vê barê biryaran nedin.

 Konstantîn Kasaçof, serokê komîsyona karûbarên  navneteweyî, konseya federasyona  Rûsiyê (Senaya Rûsiyê) jî daxwaza lêkolînên navneteweyî û bêalî li bara bûyera niftkêşan li deryaya Umanê kir.

Firants Klîntsvîç, endamê komîsyona  berevan û ewlehiyê ya federasyonê jî destnîşan kir ku şikek tine ku hin belgeyên ku Emerîkayê li dijî Îranê li bûyera niftkêşan raber dike, sexte ne.

Başa dön tuşu