Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsya: Terorîst amadekariya êrîşeke kîmyewî li Helebê dikin

Generalê Daîreya Operasyona Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Vîktor Poznihir ragihand ku terorîst amadekariya xwe dikin ku li Helebê êrîşên kîmyawî pêk bînin û wî tiştî têxin stûyê Artêşa Sûriyeyê.

Rayedarê rûs di civîneke çapemeniyê de axivî û got: “Li gorÎ agahiyên ketine destê me, komên terorîst li rojhilatê Helebê amadekariya karên provakatîv li dijî Artêşa Sûriyeyê û jîngehan dike. Dixwazin hikûmeta Sûriyeyê bikin berpirsyar ji wan karan”.

“DELÎL HENE, EL-NUSRA LI KONVOYÊ XISTIYE”

Poznihir teqez kir ku delîl di destên wan de hene ku yekîneyên girêdayî El-Nusra êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu