AborîAsyaEwropaNûçeRojhilatanavinZanîstî

‘Rûsya û Çîn di sala 2025a de wê karibin her cure peykên DYA tehdît bikin

Tumgeneralê Amerîkayî Nina Armagno diyar kir ku hêza Rûsya û Çînê ber bi 2025a wê karibe her cure peykên Amerîkayê tehdît bikin û got Washington divê ji bo vê yekê amade be.

Pisporê leşkerî yê Rûsî Vasiliy Kaşîn di daxuyaniya xwe ya ji bo Sputnikê de rewşa çekên peykparêz nirxand û diyar kir ku ev teknolojî di plansaziya operasyonên leşkerî de bûye rastiyek û divê ev rastî cidî were girtin.

Kaşîn got “Amerîkayî berê behsa metirsiyên li hemberî hinek peykan dikirin lê Armango derbirî ku tenê ne peykên kifşê yên nizm û yên telekomunîkasyonê, hemû peykên Amerîkayê di metirsiyê de ye. Amerîka û Çînê gelek caran ceribandinên ji bo îmhakirina peykê di rêgehên nizm de kirin. Niha yên behsa wan tên kirin, peykên di rêgehên bilind de ne.”

Kaşin got Hêzên Bejahî yên Amerîkayê di derbarê metirsiya li hemberî peykan de di bernameya perwerdehî ya leşkerî de hinek guhertin kirin û got leşkerên xwe perwerde dikin, da ku gava peyk ji dewrê derketin bila vegerin rêbazên berê. Kaşin got “Peykên nûjen li hemberî moşekan dikare were gotin ku nikarin xwe biparêzin. Dibe ku dîzaynker di siberojê de wê karibin ku cîhazên fezayê bi pergalên şer ên elektronîk dîzayn bikin lê ji bo vê yekê divê derfetên santralên hêzê ji nişka ve werin bipêşxistin.” Kaşin anî ziman ku Hêzên Bejahî yên Amerîkayê xwe bi pergalên xwe dîzayn bikin jî pirsgirêk çareser nabe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu