CîhanEwropaNûçe

Rûsya xaza Ûkraynayê birî

Şîrkeya enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom sewqiyata xaza xwezayî ya Ûkraynayê da rawestandin û ji ber sermayê dibistan hatin tatîlkirin.

Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ku navenda wê Îsweçe, roja çarşemê biryar dabû ku Rûsya berpirsiyariya xwe li hemberê Ûrkaynayê bicîh neaniye û cezayê pere dabû Rûsyayê. Miqdarê pere jî li dora 2.56 mîlyar dolarî bû. Vê biryara dadgehê Rûsyayê zahf aciz kiriye.

Li hember cezayê dadgehê, Rûsya  ji vê mehê û pê de xazê ji ser Ûkraynayê birî û hem perê ku Ûkrayna pêşîn bo xazê dabû, bi paşde da Ûkraynayê. Ûkrayna jî bi sedema tinebûna enerjiyê dibistanan, kreş û zankoyan tatîl kir.

Rêvebiriya Ûkraynayê bo santralên elektrîkê emir da, da di şûna xazê de petrolê bikarbînin. Li ser birîna xazê Ûkrayna, ji Polonyayê xazê kirî  lê wê Neftoxaza Ûkraynayê bo lihevkirina bi Xazproma Rûsya re, wê li rêya lihevkirinê bigere. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu