NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsya:”Hemû grûbên çekdar ên Helebê guhdariya El Nûsrayê dikin”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku piştî El Nûsra li Sûriyeyê ji El Qaîdeyê veqetiya û navê Fetih El Şam girt hemû grûbên çekdar niha guhdariya wê dikin. Moskova çend caran lîsteya van grûbên çekdar pêşkêşî Amerîka û dewletên herêmê kiriye.

Sergey Lavrov li Moskovayê piştî hevdîtîna hevkarê xwe yê Guatemalayî Carlos Raul Morales di civîna çapemeniyê de got: “Me lîsteya van grûbên ku guhdariya Fetih El Şamê (El Nûsra) dikin di hevdîtina 15ê Cotmehê ya Lozanê de me pêşkêşî Amerîka û dewletên herêmê kir. Li gorî zanyariyên ber destê me ev grûb hemû bi awayekî îtaeta El Nûsrayê dikin.”

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Gelek hevalbendên ku rêxistina Ehrar-uş Şamê bi nermî bi nav dikin ew û El Nûsra hevkariyê bi hev re dikin. Ehrar-uş Şam, El Nûsra û rêxitinên ku bi wan re tevdigerin gihandina alîkariya însanî ya rojhilatê bajarê Helebê sabote dikin û nahêlin alîkarî bigihîje sivîlan.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu