NûçeÎranRojhilatanavin

Rûsyayê bikaranîna balafirên bêpîlot ên Îranê red kir

Nûnerê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tevî redkirina îdiaya nûnerê Telavîvê derbarê bikaranîna balafirên bêpîlot ên Îranê ji aliyê Rûsiyê di şerê Ukraynayê de, got: mebest ji van tohmetbaran zexta li ser Konseya Ewlehiyê ye.

Gîlad Erdan nûnerê Rêjîma Siyonîst li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îdia kir ku Rûsyayê di şerê Ukraynayê de balafirên bêpîlot ên Îranê bikar aniye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Vasily Nebenzia” nûnerê Rûsiyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî, êvariya roja Îniyê di civîna Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê de, carek din îdiayên rojavayî yên derbarê bikaranîna çekên Îranê di nav wan de dronên xwekuj, di şerê li Ukraynayê de red kir.

Vî dîplomatê rûsî her wiha got: Îro em matmayî man bi bihîstina îdiaya nûnerê Israîlî li bara bikaranîna dronên Îranê li Ukraynayê. Berê me îdiayên bi vî rengî red kiribûn û niha jî bi tundî wan red dikin.”

Berî niha “Emîr Seîd Îrvanî” nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna sibeha roja pêncşemiyê ya Konseya Ewlekariyê de gotibû: “Me ti çekek ku di şerê li Ukraynayê de bê bikaranîn, ne berî şer û ne jî piştî şer, nedane ti aliyekê.”

Başa dön tuşu