Li gor malpera Russia Today,Alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov derheq dûhatên biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump derbarê bi fermî naskirina deshilata Rejîma Îsraîlê ser girên Golana dagîrbûyî hişyarî da û got: Ev kiryara Trump pêşeroja çareseriya bi aştî ya mesela Filistînê nezelal dike û pêvajoya bidestxistina aştiyê di navbera ereban û Îsraîlê lawaz dike.
Bogdanov got: Ev mesela me nerahet dike ku heke îmkaneke kêm jî bona çareseriya aştiyê di navbera ereban û Îsraîlê hebû bi gotina Trump ew pir lawaz û bê reng dibe.
Pêncşemê êvarê Serokomarê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”
Ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedarên welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat û wan ev gotina wî şermezar kirin û desnîşan kirin ku girên Golanê yên Sûriyê ne.