NûçeRojhilatanavinYemen

Rûxandina pêgehên leşkerî yên Erebistanê bi êrişên mûşekî yên Yemenê

Artêşa Yemenê li bersiva bi êrişên Erebistanê, careka din başûrê vî welatî da ber êrişan.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Fars`ê, artêş û hêzên gelanî yên yemenê, bi çend mûşekan, pêgeha leşkerî ya Alê Hemad a Erebistanê li navçeya Necranê li başûrê vî welatî rûxandin.

Çekdarên artêşa Yemenê jî çend leşkerên Erebistanê li du pêgehên El Keres û El Defînê li başûrê rojava û başûrê Yemenê kuştin.

Hêzên gelanî yên Yemenê herwiha operasyona kirêgirtiyên siûdî ya li bajarê  Nehêmê li bakûrê rojhilata Senaya paytexta Yemenê, bêencam kirin. Di encama vê operasyonê de hejmarek ji hêzên ser bi Erebistanê hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Di eynî demê de çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Ismaîl Weled El Şêx Ehmed, nûnerê Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) li kar û barên Yemenê, roja pêncşemiyê jibo hevdîtina tev Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê îstîfakirî yê Yemenê, derbasî Edenê li başûrê Yemenê bûye.

Ismaîl Weled El Şêx Ehmed, biryar bû du rojan beriya niha seredana Yemenê bike, lê bi ragihandina pêkhatina dewleta Rizgariya Neteweyî ji aliyê hêzên Berxwdana Gelanî yên yemenê, sefera xwe paşda xist (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu