ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî:Bila Erebistan li karûbarên navxweyî yên Iraqê mudaxilê neke

Serokwezîrê Iraqê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara hêzên Heşdî Şebî weke mudaxila li karûbarên navxweyî yên Iraqê da zanîn.

  Li gorî rapora IRNAyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro sêşemiyê wek berteka li hember gotinên Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê li dijî hêzên gelanî got : Gotinên  Cubeyr dewama reftara  alozîçêker a Erebistanê li dijî Iraqê ye û Riyaz nabe pirsgirêkên xwe bikişîne Bexdayê.

Casim Cezayirî ji fermandên  Heşdî Şebî jî wek berteka li hember gotinên Adil Cubeyr got: Heşdî Şebî hêzeke eskerî ye ku li gorî fermandên  dewleta Iraqê tev digere û Eva Erebistan e ku nihêrîna wê li Iraqê etnîkî ye.

Cezayirî tekez kir helwestên  Erebistanê nîşan dide ev welata dijminatiya xwe tev Iraqê didomîne.

Wezîrê karên derev yê Erebistanê ku welatê wî yek ji alîgirên sereke yê terorîzmê li Iraq û Sûriyê ye.

Hêzên Heşdî Şebî nasiyar bi Heşdê Şebî wek mîlîşarên  eşîretî bi nav kir. Ev hêz gefê li yekitî û ewlehiya Iraqê dixwen. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu