IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga Konseya Ewlekariyê kir

Televizyona fermî ya Iraqê ragihand ku dewleta Iraqê bangî Konseya Elwekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ta ku hebûna Tirkiyeyê li ser axa Iraqê gotûbêj bikin.
Piştî ku parlementoya Tirkiyeyê hefteya borî biryar da ku dema hebûna 2000 keşkerên tirk li Iraqê ji bo salekê dirêj bike.

Televizyona fermî ya Iraqê îro pêncşemê daxuyaniyek da û tê de wiha hat gotin: “Wezareta Karên Derve (Ya Iraqê) daxwaznameyek da ta ku Konseya Ewelekariyê civîneke awarte li dar xîne ji bo derbasbûna Tirkiyeyê nav axa wê û destwerdana wê di nava karên navxweyî yên Iraqê de gotûbêj bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu