IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Dijîterora Kurdistanê Iraqê, ku girêdayî Encumena Asasyişa Herêma Kurdistanê Iraqê ye, ragihand, berpirsekî mezin yê DAIŞê hatiye kuştin.

Dijîterora Kurdistanê Iraqê, îro li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku berpirsekî mezin yê DAIŞê bi navê Emmar Hesen Mihemed Hesen, ku bi navê “Ebû Nebîl” dihat nasîn, li ser rêya navbera bajarokên Riyaz û Hewîce yên Kerkûkê hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Dijîterorê, ew berpirsê DAIŞê û 9 çekdarên din di encama êrişa balafirên şer yên hêzên hevpeyman de hatine kuştin.

Heta niha jî Hewîce û Riyaz û Reşad, dikevin başûrê Kerkûkê, di bin destê DAIŞê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu