FilistînIraqNûçeRojhilatanavin
Sadr: Balyozxaneya DYAyê biçe Qudsê divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin
Serokê Tevgera Sadr ya li Iraqê Mukteda el-Sadr fikra Amerîkayê ku balyozxaneya xwe yê li Tel Avîvê veguhese Qudsê nirxand û ragihand ku eger ev yek pêk were, divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin.
Sadr bi daxuyaniyek nivîskî “Yekîtiya Ereban bo vê yekê divê helwestek cidî bide nişandan ango xwe fesh bike. Sadr bangî Teşkîlta Hevkariya Îslamê kir derbarê mijarê de divê ne bertekên sembolik, helwestek cidî bide nişandan.”
Sadr daxwaza girtina nûnertiyên li Iraqê kir û eşkere kir bi heman rêbazê divê li welatên Îsman jî destur nedin ku balyozxaneyên Îsraîl û Amerîkayê.
Daxuyaniyê de ‘Eger ew aştiyane bin, em herdem li aliye aştiyê ne. Yan jî emê hemû deriyên xwe ji wan re bigirin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)