NûçeIraqRojhilatanavin

Sadr; Iraqê ji bo hilweşandina parlementoyê heftiyek muhlet da

Serokê Tevgera Sedr “Seyd Moqtedî Sedr” duh êvarê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hilweşandina parlamentoya Iraqê de daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê (WAA), di vê daxuyaniyê de rêberê tevgera Sedr daxwaz ji Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kiriye ku herî dereng heta dawiya hefteya bê biryara hilweşandina parlamentoya Iraqê bide.

Seyîd Muqteda es-Sedr bal kişande ser wê yekê ku parlamento tenê ji aliyê parlamenteran ve nehatiye hilweşandin û daxwaz ji sîstema dadweriya Iraqê bi taybetî serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya vî welatî kir ku proseya niha serast bikin.

Sedr bal kişande ser wê yekê ku dema yasayî ya parlamentoyê ji bo destnîşankirina serokomar û serokwezîr bidawî bûye, ji serokomarê Iraqê daxwaz kir ku piştî hilweşandina parlamentoyê demek ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext diyar bike lê bi şert û mercên ku piştre bên ragihandin.

Rêberê Tevgera Sedr her wiha diyar kir ku alîgirên vê tevgerê heta ragihandina şert û mercan û lidarxistina hilbijartinan dê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Seyîd Muqtedî Sedr şeva Çarşema borî got ku diyaloga navbera aliyên siyasî yên Iraqê bê sûde û daxwaza hilweşandina parlamentoya Iraqê kir.

Di demekê de ku ev daxwaz rastî gelek bertekên erênî û neyînî hat, lê hinek aliyên siyasî yên Iraqê tekezî li ser wê yekê kirin ku hilweşandina parlamentoyê ji aliyê hemû aliyên siyasî ve bi yekdengî were kirin.

Alîgirên tevgera Sedr bi protestokirina proseya siyasî rewşa Iraqê aloz kirin, ji ber ku piştî 10 mehan bi danasîna “Mihemed Sûdanî Sûdanî” wek namzedê serokwezîriyê hêviyên li Iraqê ji nû ve geş bûn, di heman demê de parlamento jî xwe amade dikir ji bo hilbijartina serokomar û cîgirê yekem ê serokê parlamentoyê.

Başa dön tuşu