NûçeRojhilatanavin

Şahê Erebîstana Siûdiyê serdana Tirkiyê dike

Şahê Erebîstana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz, li ser vexandina Serokomarê Tirkiyê sibê diçe Enqerê. Ji niha ve bo serdanê 500 otombêlên Mersedesê hatin kirêkirin û klozetên avdestên mêvaxaneyê hatin guhertin.
Li hotêla ku Şahê Erebîstanê lê bimîne amadekarî berdewam dikin. Hotel bi giştî ji hêla şanda Erebîstanê ve hat kirêkirin. Şanda Erebîstanê xwarin xwe jî bi xwe re tîne.
Selman, di rojên 14 û 15’ê Nîsanê de, li Stenbolê, dê beşdarî 13’emîn Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî bibe.
Herwiha rayedarên Erebîstanê, beriya serdanê 500 otombêlên Mersedesê jî kirêkirin. Ji ber Mersedesên Enqerê têr nekir, ji Stenbol û Antalyayê jî otombêl hatin xwastin.
Hat ragehandin, di serdanê de pêwendiyên dualî, pêşketinên herêmî û navneteweyî dê werin gotûbêjkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu