IraqNûçeRojhilatanavin

Ibrahîm Ceiferî: Gotinên Natanyahû derbarê hebûna hêzên îranî li Iraqê de pûç û derew in

Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê di 73`yemîn civîna Civata Giştî ya NY de idiayên pûç ên serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst derew zanîn û got: Gotinên Natanyahû derbarê hebûna hêzên îranî li Iraqê de pûç û derew in.

Ibrahîm Ceiferî li axavtina xwe li civîna Civata Giştî ya NY bal kişande ser meseleya Filistînê jî û got: Iraq pêgirîyê ser helwesta xwe ya derbarê meseleya Filistînê de dike û ser vê bawerê ye ku aştî wê tenê bi derketina hêzên israîlî ji hemî erdên dagirbûyî pêk bê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê careka din pêgirî li ser neyarîya Bexdayê li hemberî biryara Amerîkayê ya veguhestina balyozxana vî welatî ji Tel Avîvê bo Qudsa dagirbûyî kir û ragihand ku Iraq li dijî vê veguhestinê û ragihandina Qudsa dagirbûyî wekî paytexta Rêjîma Sîyonîst e.

Wezîrê karên derve yê Iraqê li pişkeke xeberdana xwe derbarê dewama mayîna leşkerên Tirkîyê li devera Beşîqê li bakura Iraqê de jî got: Bexda bi awayekî teqil û vebirr destdirêjîya Enqerê ser axa wê şermezar dike.

Ceiferî derbarê azadkirina Iraqê ji lepên koma têrorîsta DAIŞ`ê de jî got: Em hîç demekê welatên ku di şerê dijî komên têrorîst de li pişta me bûn, ji bîr nakin.

Başa dön tuşu