ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Sala 2016`an salekî tijî işkest û gelek nexweşiyan ji bo Erebistanê bû

Li sala dudyan a hikûmeta Melêk Selman Bin Ebdulezîz û tenê salekê piştî destpêbûna siyaseta abûrî ya Muhemmed Bin Selman, ji ber kêmbûna bihaya nifta Erebistanê rewşa abûrî ya vî welatî aloz bûye.

Herwisa piştî destdirêjiya hewayî ya Erebistanê ser Yemenê û berxwedana hêzên gelanî yên yemenî bi alîkariya hêzên Ensarullahê, li vê bereyê jî Erebistan rastî işkestê hat.

Sercem mirov dikare bêje li kutahiya sala 2016`an Riyaz rastî işkestên curbicur hatiye.

Li Çileya bihurî Muhemmed Bin Selman wezîrê berevanî û cîgirê welîehdê Erebistanê ku îdara Erebistanê li destê wî bû, kutahiya danûstandinên mentiqî tev Komara Îslamî ya Îranê ragihand û paşê Riyazê ji grûpên terorîstî û çekdar yên nav axa Sûriyê piştevanî kir.

Muhemmed Bin Selman ewqas piştevaniya grûpên çekdar û terorîstî yên nav axa Sûriyê dikir ku qet nedigihêşte mêjiyê wî ku renge terorîst li Helebê rastî işkestê werin.

Ji aliyê dinve Riyazê destdirêjiya hewayî ya xwe dijî Yemenê destpê kir û hizr nedikir ku rastî berxwedana hêzên gelanî û Ensarullaha Yemenê were, herwisa Muhemmed Bin Selman hizr dikir li Lubnanê jî dikare li ser hilbijartina serokkomariya vî welatî tesîrê bike lê li vê hilbijartinê jî Riyaz rastî işkestêhat.

Li konferansa vê dûmahîkê ya niftê jî Erebistanê qebûl kir ku firotina nifta xwe kêm bike ta belkî bihaya niftê jorda here, rêketina welatên niftfiroş bona kêmfirotina niftê jî wekî işkestek din ji bo Erebistanê hate hisab.

Sercem eger li ser rûdawên sala bihurî li nav Erebistanê lêkolîn bê kirin, mirov dikare bêje Riyaz li babeta firotina niftê, piştevaniya ji terorîstan li nav Sûriyê, mesela hilbijartina serokkomrê Lubnanê, destdirêjiya ser Yemenê û  hwd rastî işkestên zav hatiye û piştî salekê Erebistan neçar e ku dest ji siyasetên xwe yên zêdexwazane berde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu