NûçeRojhilatanavinSûriye

Salih Muslim: Amerîka ne ji ber kurdan, lê ji ber xwe li Sûriyê dimîne

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim dibêje, hêzên Amerîkî tenê ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê dimînin û Tirkiye jî nikare tiştekî bike.

Salih Muslim ji K24ê re ragihand, bandora mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêma rojhilatê Firatê heye, lê ew ji bo berjewendiyên xwe dimînin, ne ji bo parastina kurdan dimînin, “eger dixwazin me biparêzin jî, ji ber ku berjewendiyên me bi hev re hene û hîna bidawî nebûne.”

Muslim li ser tinekirina DAIŞê li Baxozê jî amaje bi wê kir ku têkçûna DAIŞê li Baxozê nayê wateya têkçûna terorê, hîn rêxistinên wek DAIŞê li Idlib û li deverên din ên Sûriyê jî hene.

Li ser gef û helwestên Tirkiyê jî, Muslim got, Tirkiye ji tinekirina DAIŞê nîgeran e, lê ew nikare tiştekî bike ji ber ku her tişt ne bi dilê Tirkiyê ye.  

Başa dön tuşu