ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Amadekarîyên zengînkirina oranîyomê ya di asta 190 hezar SWU`î da hatine kirin

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê bal kişand ser gotina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya bidestxistina asta zengînkirina 190 hezar SWU`yî û got: Hemî amadekarîyên di vî warî de hatine kirinê û tenê dayîna fermanê pêwîst e.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Elîekber Salihî şeva buhurî li Bernama Gotûbêja Taybet a Kanala 2 a televîzyona welêt herwiha got: Niha li gorî temîya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî amadebûna pêwîst ji bo asta zengînkirina oranîyomê ya 190 hezar Swu`yî heye ku avakirina salona pêşketî ya montajkirina santrîfîyûjên nû û teyarkirina wê salonê ji wan in.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha bal kişand ser vîya ku 15 hezar muhendis di pêşeya navokî ya welêt da kar dikin û got: Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi awayekî taybet li pêşeya navokî dinêre.

Salihî bi gotina vê yekê ku pêşeya navokî ji bo iqtidara Îranê hatîye destpêkirinê, dîyar kir: Îran di warên keşifkirin, derxistin, plandarêjîya ji bo rekator û santrîfîyûjan, ava giran û bikaranîna pêşeya navokî di pêşeyan da ketîye qonaxa pêşketinê.

Salihî derbarê demajoya avakirina reaktora Erakê de got: Komxebata teknîkê ya ji pisporên îranî, çînî û amerîkî ji bo plankarîya jinûve ya vê reaktor anegorî têknolojîyên herî pêşketî hat pêkanînê, helbet plankarîya wê li ustîyê Îranê ye û 900 pispor di vî warî da kar dikin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê  di dawîya qisekirina xwe da got: Reaktora Atomî ya Bûşêhrê salê 250-270 Ton oranîyomê bi kar tîne.

Başa dön tuşu