ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî bi serokkomarê Polonîyayê re hevdîtin pêk anî

Serokkomarê Lehistanê kevnariya mêjûyî ya peywendiyên Îran û Polonîyayê li Rojhilata Navînê kêmmînak da zanîn.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Andeje Doda serokkomarê Polonîyayê li hevdîtina  Elî-Ekber Salihî alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li Werşoyê bala xwe kişand ser hevhatina navokî ya Îranê Koma 5+1`ê û hêvî kir ku Îran bighêje cih û şûna xwe ya hêja.

Salihî jî bal kişand ser xalên hevpar ên dîrokî yên Îran û Polandê û got: Xalên hevpar ên du welatan dikare rewşeke baş jibo berfirehkirina  peywendiyên dualî li hemî waran pêk bîne. Alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Xala hevpar a Îran û Polandê hewldana zav ên her du welatan jibo parastina howiyet û serbixwetiya xwe ye.

Salihî her wiha  silavê serokê Komara Îslamî ya Îranê gihand û got : Têhran jibo mazovaniya  serokkomarê Polonîyayê bi merema serdana Îranê amade ye . Serokê Rêxistina  Enerjiya Atomê ya Îranê tev alîkarê ewil ê serokwezîr  û serokên  meclîsên  nuneran û Sinaya  Polonîyayê jî hevdîtin û gotûbêj kir.

Elî Ekber Salihî alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê Rêxistina  Enerjiya Atomê ya Îranê bi taximekê re  ser deweta alîkarê serokwezîrê Polandê, roja duşemiyê sefera Werşoya paytexta vî welatî kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu