ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî destkevtên navokî yên Îranê şirove kirin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bernma navokî ya bişaitî ya Îranê şirove kir û got: Piştî rêketinama navokî, 220 ton kêyka zer ser yên berê zêde bûye.

Li gorî rapora, IRIB Newsê, Elîekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Navokî şemiyê bi şev li bernama gotûbêja taybet a kanala 2 a televîzyona Îranê destkevtên navokî yên Îranê piştî rêketinama navokî xist rojevê û got li hemî dewrana xebat navokî depoyên kêyka zer a Îranê 500 ton bû ku piştî rakirina boykotan 220 ton lê hate zêde bûye. Salihî bal kişand ser vê yekê ku em li beşa îktişaf û îstixracê bi hêz û qawet li halê xebat û pêşketinê ne û got: Li vî warî me li sedî 73yê erdê Îranê xebat kiriye û yê mayî jî di dereqa du salên pêşber de dê cih were .

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê bal kişand ser vê yekê ku li beşa lêkolîn û geşatiya navokî em ser çêkirina 8 santrîfiyûjên pêşketî dixebitin û got : xêncî viya em ser santrîfiyûjên warê tendrustiyê li halê lêkolîn û berfirehkirinê ne .

Salihî kêmbûna xebata 50% a mekîneyên santîfiyûjê bo 5 hezar mekîneyan piştî hevhatina navokî û got: bi vê kêmbûnê nêzîkî 700 kg kêmtir uranyomê berhem tînin ku eva reqemeke mezin nîne .

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: A niha teşkîlata ava giran a Erakê ser cihê xwe ye û ardûyê wê jî berhem tê û li sê rojên pêşber ev ardûya dikeve reaktora Tehranê.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: nûjenkirina reaktora ava giran a Erakê tev aliyê çînî destpê bûye lê darêştin plan û bernameyên wê bi dawî hatiye .

Salihî her wiha bal kişand ser wajokirina peymana avakirina du hêzgehên navokî ên din li Bûşihrê tev Rûsyayê û got : dema karzanên îranî û rûs li bara beşa teknîkî ya van hêzgehana li hev bikin opersyona cihanîna van du hêzgehana dê destpê bibe .

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: bal kişand ser terxandana erdê pêdivî bo avakirin nexweşxana navokî û got : Bi zûtirkê dê komek ji karzanan bona muzakireya li bara kirrîna kelûmelên pêwîst ên vê nexweşxaneyê dê herin Otrîşê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu