ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Dewlet û meclisê haje zêdexwaziya Amerîka bin

Li gor rapora IRIB News’ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro yêkşemê destnîşan kir; Gere ku ev vê yekê qebûl bikin ku gotûbêjên navokî gelekê dijwar û çend alî bû û wezîrê karên derve yê Îranê û hevkarên xwe gelek zehmet kişandin.

Larîcanî destnîşan kir; hinek ji şehediyên van çend mehên bihhurî nîşan didin ku Amerîka dil heye zextûzorên xwe yên ser Îranê bi mihanên xîncî mesela navokî destpê bike ku li vê barê pêwîste wezîrê karên derve û hevkarên xwe haje vê siyaseta Amerîka bin û pîşiya zêdexwaziya Amerîka bigrin.

Wî bal kişande ser ew babeta ku li meclisa şêwra islamî hate pejirîn ku eger bê û boykotên din dijî Îranê werin berçavgirtinê wê çaxê Îran jî dikare bertekekê nîşan bide got: Pêwîste bi hûrî û kûrî ev alûgorên wiha werin çavdêrîkirinê ta ku rojava komployekî din dijî Îranê destpê nekin.

Larîcanî herwiha got: Reşa Îranê û ew rêketinên piştî Bercamê hewcetî bi ewlehiyê heye ta ku sermayeguzarî li nav Îranê bê kirin û sermayedarên navxweyî û biyanî ber bi vê siyasetê werin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu