ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Îran têra xwe amade ye ku vegere rewşa beriya Lihevkirina Atomî

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku pêşeya atomî ya Komara Îslamî ya îrqanê bi pêvajoyeka baş da pêşda diçe, amadetiya vê rêxistinê ji bo vegeriyana bo rewşa beriya Lihevkirinameya Atomî li pişkên cûrbicûr ragihand./

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Ekber Salihî Sêşemiyê bi şev piştî civîna digel endamêîn komîsiyona perwerdehî, lîkolîn û têknolojiyê ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li nav nûçegihanan got: Pêşeya navokî ya Îranê ku beriya Lihevkirinameya Atomî bi başî pêşda diçû, niha jî bi heman awayî pêşda diçe û lezgîntir jî bûye.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îranê piştî Lihevkirinameya Atomî karî ku îzotopên mayînde bi alîkariya Rûsiyê bigihîne qonaxa zengînkirinê ku beriya Lihevkirina Atomî tenê Oranyûm zengîn dikir.

Salihî bi gotina vê yekê ku ev rêxistina tenê pêşeya kevn a atomî naşopîne, got: Rêxistina Enêrjiya Atomî ya Îranê dahênerî û xuliqkariyên li warê pêşeya atomî jî dişopîne ku mînaka wê derbasbûna Îranê nav Têknolojiyên Kuwantomî ye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo roja Duşemiya vê hefteyê piştî biryara 8ê Gulana 2018an a Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya derketina ji Lihevkirina Atomî, tevî dubarekirina tawanên bêbingeh û gefa sepandina boykotên herî giran dijî Îranê, 12 merc bo Îranê ji wan rakirina navendên zengînkirinê danîn.

Komara Îslamî ya Îranê piştî derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Lihevkirina  Atomî, mayîna li vê lihevkirinameya navneteweyî girêdayî bi parastina berjewendiyên Îranê ji vê daye zanîn.

Başa dön tuşu