ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Îran welatekî serbixwe li cîhanê û Kilîda Zêrîn a herêmê ye

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Îran tenha welatê serbixwe yê cîhanê û Kilîda Zêrîn di nav welatên li halê pêşketinê da ye.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Elîekber Salihî îro di Nehemîn Konfiransa Gezze Sembola Berxwedanê da herwiha got: Inqilaba Islamî karîye iqtidarafirîn be û berxwedanê bixe bingeh û rêya durist.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li rex vê konfiransê di civîna çapemenîyê da derbarê gotinên Rawêjkarê Serokomarê Amerîkayê John Bolton têkildarî vîya ku “her rapora Îran raberî Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) dike ne rast e û lêzanînên wê çewt in“ de got: Birêz Bolton heta nika qet gotineke rast negotîye.

Salihî derbarê pêşeya navokî ya Îranê jî pêgirî kir: Taybetmendîya pêşeya navokî ya Îranê eva ye ku em bi saya hewildanên muhendisên xwe bereberê bidestxistina vê têknolojîyê ne û di vî warî da jî kesî alî me nekirîye.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê derbarê Rêketinama Atomî da jî got: Biryara pêbendbûn a pêbendnebûna Îranê ji vir pê ve, yê li Desteya Çavdêrîya ser Rêketinama Atomî were dayînê, ew deste yê mesele û alûguran hilkolîne û li gorî berjewendî û serwerîya netewî biryara pêwîst di dema guncav da bide.

Başa dön tuşu