Salihî: Parastina naveroka rêketinnama navokî li nûjenkirina reaktora Erakê
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Pêvajoya nûjenkirina reaktora Erakê li gor xalên hevhatina navokî ya cihhatî û her mijara ku li rêketinnama navokî hatiye bêguman li gor wê dê kar were kirin.
li gorî rapora IRNA`yê, Elî Ekber Salihî bal kişand ser vê yekê ku li proja nûjenkirina reaktora Erakê, karzanên îranî hemî karûbar girtine destê xwe û li vê prosê em bixwe hemî karûbaran dikin û got : li pêvajoya nûjenkirina reaktora Erakê, dîzaynên cihhatî em raberî welatên ku li rêketinnama navokî bûne berpirsiayr kiriye û ew şêwirkariya teknîkî didine karzanên me û serê axir piştî dîzaynkirinê ew ji hêla îstandard û pîvanên teknîkî piştrast dikin. Salihî destnîşan kir: Reaktora IR-40ê ya Erakê ku reaktora lêkolînê ya ava giran e li gorî ev belgeyê di bighere û bibe reaktoreke din ku dewa Uranyoma xav uranyoma zengînbûyî bikar tîne û di encamê de dê polotonyomeke kêmtir berhem bîne.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê destnîşan kir: Li pêvajoya vê projê yek ji meselan eva bûye ku dê xerca karê nûjenkirinê bibe çiqas û dê kî dê xerca wê bide. Hin karzanên Îranê ser vê bawerê ne ku ji ber ku Koma 5+1ê daxawza nûjenkirina reaktorê kiriye divê bixwe xerca wê bide lê wer xûay dike di peymanê de tişteke wiha nehatiye qeydkirinê û loma li bûdca îsal a welêt jibo vî karî jî bûdceyek hatiye terxan dayîn.(BANGÊ ÎSLÂMI)