ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran û Rûsiye li rex hev xurttir in

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Islamiya Îranê û Ûrsêt li kêleka hevdu bihêztir in.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Îtartas`ê li bajarê Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê, pêkutî kir ku gellek welat dikarin ji Ûrsêt û Îranê li warê şerê dijî têrorîsmê dersê wergirin.

Zerîfi bi gotina viya ku Îran û Rûsiya di rastiyê da dikarin tundrêtî û zêdegaviyê têk bibin û bisînor bikin, pêkutî kir: Her du welatan heta niha karîne bi fidakariya gelê Sûriyê û wêrekiya hêzên çekdar ên vî welatî pêşiya pêşdaçûnên komên têrorîst ên DAIŞ û Cebhetunusrê li gellek deveran bigirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vê yekê warê leşkerî tenha beşeke hevkariyên Îran û Ûrsêtê ye, ragihand: Her du welat micid in li warê sekinîna li hemberî tundrêtiyê hevkariyê bikin û dil hene bi gotûbêjên navbera hogirên mezheban bikaribin dewsa nêrîna fanatîsmê, nêrîna navînrêtiyê xurt bikin.

Muhemed Cewad Zerîf bi merema pişkdariya li civîna hevpar a salî ya wezîrên karên derve yên Îran, Azerbaycan û Ûrsêtê çûbû Bakûyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu