ÎranNûçeRojhilatanavinSêwiran

Salroja şehadeta Îmam Riza(s)

Îro 30 Seferê salroja şehadeta 8-emîn Îmamê mısılmanên cihanê Hezretê Îmam Riza (S) e.

îro 30 Seferê salroja şehadeta 8-emîn Îmamê mısılmanên cihanê Hezretê Îmam Riza (S) e.

8-emîn pêşengê mısılmanên cihanê di 11 meha Zilgede ya sala 148 Hicrî Qemerî li bajarê pîroze Medînê de hate dinê û di 35 saliya xwe de Îmameta misilmanan girte sukura xwe.Naznav wî yê herî bi nav û deng “Riza” bû. Dewra Îmameta wî hezretî hevçaxê bi dawî bûna xelafeta Harûnê Ebasî û hikimdariya Me’mûn bû.

Hezretê Riza (S) dema ku gihîşte meqamê Îmametê di nava xelkê de mewqiyeke taybet hebû û Me’mûn jî ku ji mewqiya wî di nava xelkê de agahdar bû, bona xapandina misilmanan û qahîm kirina mewqiya xwe Îmam Riza (S) neçar kir ku Welîehdiyê qebûl bike.

Wî hezretî di dewra Îmametê de ji tevî hebûna mewqiya gelanî û agahdar kirina civakê di got û bêjên bi zanayên misilman û nemisilman jî beşdar dibû û bi riya şirove kirina zanistî rastiyên dîne Îsalmê îsbat dikir.

Îmam Riza (S) rastiya dînê Îslamê nîşanê xelkê dida.Merqeda Îmam Riza (S) li bajarê pîroze Meşhedê li bakura rojhilata Îranê ziyaretgaha bi milyonan misilmanên cihanê ye.

Bangê Îslami (Îslâmi Davet Kurdi) bona salroja şehadeta Îmam Riza (S) ji hemû misilmanên cihanê re sersaxiyê dixwaze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu