ÎranNûçeRojhilatanavin

Salvegera hemaseya 9`ê Dêyê; Roja Kûrbînî û Peymana Umetê digel Welayetê pîroz be

Îro pêncşemî, 29`ê Kanûnê beranberî salvegera amadebûna aşûrayî ya gelê hemaseçêker û welayetxwaz a Îrana Îslamî li meşa girseyî ya roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Koça Tavî ye ku xaleke werçerxanê di dîroka mezin a Înqilabê û belgheyeke zêrrîn a din li şanaziyên gelê Îranê tê hesêb.

Hemaseya 9`ê Dêyê, nimad û sembola serxwebûn û kûrbîniya (besîreta) gelanî ye ku heta ber mirinê ji bo parastina xalên îslamê û armancên Înqilaba Îslamî sekinîne û bi dengê bilind û zelal ragihandin ku heke dijmin li hemberî dînê wan bisekine, ew ê li hemberî hemî dinyaya wan bisekine.

Roja 9`ê Dêyê di dîroka Înqilaba Îslamî da wek roja “Kûrbîniyê (Besîret)“ bû Yewmullah (Roja Xwedê) û cavîdan bû. Di vê roja mayînde û dîrokî da gelê hertim hazir li meydanê yê Îrana Îslamî hemaseyeke din afirand û dijmkinên Xwedê û dînê wî bêhêvî kirin û dilê Îmamê Zemanê (Xwedê Teala li zihûra wî ya pîroz bilezîne) û cîgirê berheq ê wî hezretê Ayetullah El Ozma Xamineyî (Damet Berekatuh) şa kir.

Meriv dikare bibêje ku 9`ê Dêyê roja serketina hêzên Xwedê li hemberî hêzên Şeytên e. Roja qêrîna gelê Îranê û eşkerekirina xezeba pîroz li hemberî bêhurmetî û îhanetên komeke nezan û rêderketî an kirêgirtiyên biyaniyan li pîrozweriyan di roja Aşûraya Hisênî (S) ye.

Roja 9`ê Dêyê di rastiyê da roja Ne Gotina gelê Îranê bo serokên komployê û Erê Gotina bo pergala îslamî û peymangirêdana dubare ya gel tev ramanên bilind ên hezretê Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) û rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ye.

Gelê Îranê di vê rojê da gulleya xelasiyê avête serokên komployê û pişta nepîroz a komployê li erdê xist. Di roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Koça Tavî da, rewatiya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê careke din bi amadebûna xwebexş  a bi dehan miliyon kes ji gel li Têhran û hemî bajarên din ên welêt bo gelê cîhanê hat ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu