ÎranNûçeRojhilatanavin

Erebistanê hêza rûbirûbûna bi Îranê re tine

Alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got ku hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Îranê bûye baîs ku Erebistan nekaribe li hemebr Îranê raweste.

Li gorî rapora Fars Newsê, serdar sertîp Mesûd Cezayirî alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê li mersimekê meşqa vê dawiyê ya  Erebistana siûdî li avên Kendava Farsê meş û rêpîvaneke  sade da zanîn û got : Hêzên çekdar ên Îranê li rewşa îro bi curekê  hêza xwe ya berevaniyê xurt kirine ku heta dijminên mezin jî xwe re nabînin ku êrişî ser Îranê bikin.

Serdar sertîp Mesûd Cezayirî destnîşan kir ku Erebistanê hewil da ku  bi propagendeya medyayî berûlayên  eskerî û teknîkî yên  meşqê baştir nîşan bide lê ne tenê Erebistan û hevpaymanên siûdiyan belkî emerîkîyan jî ev viyan û îradeya tinene ku li hember  Îranê rawestin.

Alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê her wiha  bal kişand ser êrişa  necamêrane ya Rejîma  Alê Siûd ser Yemenê û kuştina  bi sedan  yemeniyên  bêguneh li meha  Muherem ul Heramê û tekez kir cinayeta Alê Siûd li Yemenê dê bibe sedema  pergalbûna  zêde ya yemeniyan û mêhwera berxwedanê li vê navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu