ÎranNûçeRojhilatanavin

Salvegera Operasiyona bi şanazî ya Mirsadê

Îro Şemî, 27ê Tîrmeha 2019an, salvegera rûbirûbûna hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di Operasiyona bi şanazî ya Mirsadê da tev Koma Têrorîst a Munafiqînê di sînorên rojavaya Îranê da ye.

Operasiyona bi şanazî ya Mirsadê 27ê Tîrmeha sala 1988an bi mebesta sekinîna li hemberî êrîşa Koma têrorîst a Munafiqînê ku ji aliyê Rêjîma Sedam va dihat piştgirîkirin, li parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê dest pê bû. Du rojan beriya Operasiyona Mirsdadê Koma Munafiqînê ku hêzên xwe li ser sînorê Îran û Iraqê kom kiribû û ji aliyê rêjîm aberê ya Iraqê va bi çekên giran û nîvgiran hatibû pergalkirin, destdirêjiya ser axa Îranê dest pê kir.

Serokên Koma Munafiqînê wisa fikir dikirin ku hêzên v komê bêyî tu astengî û berbendeke girîng dê cadeyên Îranê li pey xwe bihêlin û di demeka kin da xwe bigihînin Têhrana paytextê. Lê hêzên Îranê di Operasiyona bi şanazî ya Mirsadê da hejmareke zêde ya endamên Koma têrorîst a Munafiqînê li geliyê Pataqê (Mirsad) li rojavaya Îranê dorpêç kirin û piştî sê rojan pevçûnê di dawî da bi ser ketin.

Di Operasiyona bi şanazî ya Mirsadê da zêde ji 4 hezar û 800 kes ji endamên Koma têrorîst a Munafiqînê hatin kuştin an birîndar bûn ku helbet di nava kuştî û dîlgirtiyan da hejmareke zêde ya endamên pileberz ên vê komê jî hebûn.

Başa dön tuşu