AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Îranê: Civîna OPEC`ê bi dûr ji mijarên siyasî dikare encama baş bi dest bixe

Bîjen Zengene wezîrê niftê yê Îranê got: Em hêvîdar in ku morala aborî li civîna çarşemiyê ya OPEC`ê serdest be û nift wek amoreke siyasî neyê bikaranîn da ku em bikarin encameke baş bi dest bixin.

Bîjen Zengene li hevpeyivîna digel kanala 1`ê ya têlêvîziyona Îranê bal kişande ser viya ku roja çarşemiyê civîna OPEC`ê tê lidarxistin û sêşemiyê jî pêdiviyên wê tên dabînkirin û got: Heke em bixwazin li ser esasa aborî û biryara El Cezayîrê li ser esasa asta jorîn a berhemanînê ya 32 û nîv milyon bermîl niftê di rojê da û herîpirr 33 miliyon bermîl niftê li babetên awarte ji bo OPEC`ê tevbigerin, em dikarin encameke baş bi dest bixin; Lê heke xwestekên siyasî li vê mijarê hebin, biryardan dijwar dibe.

Wî bal kişande ser viya ku me hertim wek damezirînera OPEC`ê hevkariyeke xurt digel vê saziyê hebûye û destnîşan kir: Me hertim ji bo ewlehiya raberkirinê her viha xurtkirina OPEC`ê hewil daye.

Wezîrê niftê yê Îranê bi gotina viya ku me hevrêtî û însafa herî pirr digel OPEC`ê hebûye, got: Eva li halekî ye ku Îranê kêmtirîn girêdayîbûna xw ebi niftê hebûye.

Zengene her viha got: Kêmtir ji sedî 7`ê berhemanîna me ya nexalis girêdayî bi niftê ye û herîpirr ji sedî 30`ê bûdceya Îranê ji riya derhatên firotina niftê û şilikên gazî tê dabînkirin.

Wî her viha got: Divê em baldar bin ku li salên buhurî hinek ji welatan karîn berhemanîna xwe pirr zêde bikin; Lê Îranê ji ber boykotan nedikarî niftê berhem bîne û Lîbî û Nîciryayê jî pirsgirêkên xwe hebûn.

Zengene îro sêşemiyê ji bo beşdariya li civîna wezîrên welatên endama OPEC`ê sefera Viyenê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu