ÎranNûçeRojhilatanavin

Salvegera şehîd bûna Ayetullah Seyid Mihemed Husêynî Bihiştî

Roja 28ê Hezîrana sala 1981an (7ê meha Tîrê ya sala 1360an a Koça Rojî) ji ber teqîna bombeyeka bihêz li hola civînan a Partiya Komara Îslamî li Têhranê, ayetullah Seyid Mihemed Husêynî Bihiştî, serokê Dîwana Bilind a Welêt hevrê digel 72 kes ji kesayetiyên siyasî û mezherbî yên Îranê (Çar wezîr, 12 alîkarên wezîr û derdora 30 kes ji nûnerên parlimanê)  bi destê endamên komam têrorîst a Munafiqînê şehîd bûn.

Opêrasiyona têrorîstî ya 7ê Tîrê tenê yek ji kiryarên koma têrorîst a Munafiqînê di salên destpêkê piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye ku rojekê piştî qesta têrora serneketî ya hezretê ayetullah Xamineyî, (Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî) li mizgefta Ebûzera Têhranê qewimî.

Di meha Hezîrana sala 1981 û 1987an karesatên têrorîstî bi piştgiriya Amerîkayê li Îranê qewimjîn ku bi şîreta Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hefteyek bi navê Aşkirakiirna Mafên Mirovan a Amerîkî hat organîzekirin.

Piştgiriya ji bombebarana kîmyayî ya Serdeştê ji aliyê Rêjîma Beis a Iraqê û avêtina rasterast a mûşekê ber bi firokeya rêwîhilgir a Îranê ji aliyê gemiya şêrr  a Amerîkayê ku di encamê da 290 lêniştiyên wê şehîd bûn, ji kiryarên din ên dijî mirovan ên Amerîkayê li hembverî Îranê ne.

Piştî êrîşa Amerîkayê ser Iraqê û ketina rêjîma Sedam jî endamên koma têrorîst a Munafiqîênê hema wisa ketin bin sîvana piştgiriya Amerîka û Ewropayê.

Başa dön tuşu