ÎranNûçeRojhilatanavin

Manovra Pêxemberê Ezem(S)-12 gihêşte hemû hedef û armancên kifşbûyî

Manovra Pêxemberê Ezem(S)-12 li girava Qişmê li başûra Îranê gihêşte hemû ew armancên ku berê jêra kifş bibû.

Li gor rapora IRIB Newsê, Manovra Pêxemberê Ezem(S)-12  ku îro şemiyê li girava Qişmê destpê bû, li steratijiya xwe ya berevanîkirin û kişandina şêr bi axa dijmin bona parastina axa Komara islamîm ya Îranê serketî hate îcrakirin.

Li vê manovrê de  Yekîneyên Berteka Lezgîn, yekîneyên komando, balafirên cengê û tesbîtkirinê  yên bêpîlot, helîkopterên êrişkar û transportê (veguhestinê) û yekîneyên endazyarî û xirabkariyê û sîstemên kontrolê û papora Zulfeqar a devera yekim a hêza deryayî ya Sipahê pasdaran tên bikar anînê.

Herwisa li vê tedbîqatê dewsa operasiyonên berevaniyê yên êrişakriyê ji bo girtina pêgehên dijmin û rizgarkirina deverên dagîrbûyî jî tên meşqkirin û ceribandinê

Manovra Pêxemberê Ezem(S)-12 bi peyama Aştiyê û bi remza Ya Resûl-Ellah (S) li girava Qişmê başûra Îranê despê bû.

Guherîna nihêrînê li manovran ji rewşa berevaniyê bo êrişbirinê, operasyona jê istandinê ya lezgîn û agira giran ji bo berevaniya ji giravan, meşqa planên taybet ên êrişbirinê ji bo dagîrkirina perravan û rûxandina binavahiyên dijmin, armancên lidarxistina vê manovrê hatine zanîn.

fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, serleşker Ceferî îro şemiyê li rex destpêbûna karê meşqa Pêxemberê Ezem (s)- 12`an li girava Qişmê li başûra Îranê, li koma  nûçegîhanan got: Ev meşqa bersivek e ji bo îdiayên dijminan, bila ew bizanibin ku şiyana berevaniyê ya Îranê ji bo pêşîlêgirtinê ye.

Serleşker Ceferî hêvîdariya xwe diyar kir ku dijmin ji berê zêdetir pê hesiyabe ku şiyana bersivdayînê ya Îranê çiqas e.

Başa dön tuşu