İslami Davet Kurdi Bange İslami

Şam: “Dewleta Sûriyê berpirsê rawestana li ber terorîzmê û şerê li hember terorîstan li Idlibê ye“

Wezareta karên derve ya Sûriyê raghand: “Dewleta Şamê berpirsê rawestana li ber terorîzmê bi taybet DAIŞ, Bereya El-Nusre û komên terorîstî yên din e ku tev hevpeymanên xwe bi wan re şêr dikin“.

 Li gorî rapora îro îniyê ya SANA News`ê, Wezareta karên derve ya Sûriyê, armanca gefên  mêhwera Rojavayî  ji wan Emerîka, Fransa û Brîtanyayê li dijî Şamê piştgiriya ji komên terorîstî da zanîn û destnîşan kir: “Erkdariya  Sûriyê li warê rawestana li ber terorîzmê li çarçoveya  cihanîna  deqîq û praktîkî ya biryarnameyên  Konseya Ewlehiyê ye“.

Wezareta Karên derve ya Sûriyê bal kişand ser hewldana  eşkere ya welatên rojavayî bona piştgiriya ji terorîstan û bona  nuximandina  işkesta siyasî û raghand: “Van welatan zêde ji heft salan bi dayîna çek û sîlehan bo terorîstan û piştgiriya çend sed milyar dularî bo derbelêxistina  li dewleta qanûnî ya Sûriyê, hemî îmkanata xwe xebitandin“.

Wezareta karên derve ya Sûriyê got: “Dewleta Sûriyê berpirsiayr e bi jinavbirina  terorîstên mayî li Idlibê zêde ji du milyon sivîlên sûrî rizgar bike“.

Exit mobile version