NûçeRojhilatanavinSûriye

Şam ji her pêngava welatên Ereb ji bo vekirina dubare ya balyozxanên xwe li Sûrîyê pêşwazîyê dike

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got: Şam ji her pêngava welatên Ereb ji bo vekirina dubare ya balyozxanên xwe li Sûrîyê pêşwazîyê dike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê, Feysel Miqdad bal kişand ser biryara dewleta Imaratê ji bo vekirina dubare ya balyozxana vî welatî li Şamê û got: Imarat welatekî serbixwe ye û derbarê jinûvavekirina balyozxana xwe li Sûrîyê biryarê dide.

Bi dû işkesta komployên hin welatên ereb û rojavayî li Sûrîyê, pirranîya welatên herêmê dixwazin ku sefaretxana xwe li Şamê ji nûva vekin.

Miqdad herwiha pêgirî li ser vê yekê kir ku Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî divê rola xwe ya sereke di warê têkoşîna dijî çekên komkujîyê li navçê û cîhanê da bilîze û got: Sembola rastî ya çekên komkujîyê li navçê û cîhanê, Rêjîma Sîyonîst e ku di êrişa vê dawîyê ser Zîvala Gezzê da “fosfora sipî“ li hemberî filistînîyan bi kar anî.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê herwiha got: Amerîkayê jî dema bombebarankirina bajarokê Hecînê li rojhilata Sûrîyê ku di encamê da bi sedan jin û zarokên bêguneh hatin kuştinê û birîndar bûn, “fosfora sipî“ bi kar anîye.

Başa dön tuşu