Yek ji rayedarên NY li civîneke rojnamevanîyê li bajarê Jênêvê ragihand ku dewleta Sûrîyê razî bûye NY 20 çavdêrên din jî bişîne taxên rojhilata Helebê.
Li gorî rapora PressTV`yê, Yêns Laêrkê yek ji berdevkên NY bi ragihandina vê nûçê got: Erka van kesana çavdêrîya ser pêvajoya derxistina sivîlan ji Helebê ye.
Laêrkê herwiha bibîr xist: Dezgehên ku derbasbûna gel bo parêzgeha Idlibê hildikolin ragihandine ku nêzî 19 hezar kes derbasî Idlibê bûne.
Eva li halekî ye ku Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor sêşema buhurî ragihandibû ku ji pêncşema hefteya buhurî va heta niha 25 hezar kes ji rojhilata Helebê derketine.
Berdevkê NY herwiha got: Heta niha 750 kes ji du bajarokên Foê û Keferyayê li parêzgeha Idlibê bo derve hatine veguhestinê.
15 welatên endamê Konseya Ewlehîyê roja duşemê lihev kirin ku çavdêrên NY li bajarê Helebê jibo çavdêrîya ser derketina kesên çekdar û amadekirina raporê li bara çarenûsa sivîlên ku li vî şarî dimînin, bicih bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)