NûçeRojhilatanavinSûriye

Şam: Zihniyeta kolonyal hîn jî di mejiyê siyasetmedarên rojavayî de serdest e

Wezareta Derve ya Sûriyê rexne li zihniyeta kolonyalîzm û berfirehkirina welatên rojava li hember welatên din kir û ragihand ku rewşa siyasî ya Rojava karesat e û bi nakokiyên neexlaqî û qutbûna ji rastiyê re tê.

Yekîtîya Ewrupa di civîna xwe ya dawî de tohmet li hikûmeta Sûrî kir û rola rojava û Amerîka di alîkarîkirina berdewam ji rêxistina terorîst a DAIŞê paşguh nekir.

Şam îdiayên Yekîtiya Ewropayê şermezar kir jî, ev kiryar weke “destwerdana vekirî di karûbarên navxweyî de” bi nav kir û ragihand ku biryara Yekîtiya Ewropayê tijî fikrên nijadperestî ye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê tekez kir ku hê jî zîhniyeta kolonyalîst û firehxwaz di mejiyê gelek siyasetmedarên Rojava de serdest e û got ku îdiayên bi vî rengî rewşa siyasî ya xirab a rojava, nakokiyên ne exlaqî û qutbûna ji rastiyê nîşan dide.

Başa dön tuşu