CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Şamê bersiva idiaya Mîstora ya têkildarî muzakirên Jênêvê da

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê idiayên nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karên Sûrîyê û dewleta Fransayê ku Şam berpirsê bipêşneketina dewra vê dawîyê ya muzakirên Jênêvê zanîne, ret û şermezar kirin.

Stefan De Mîstora nûnerê NY li karên Sûrîyê pêncşemê şevê bi ragihandina kutabûna dewra heştan a muzakirên aştîya Sûrîyê li Jênêvê, idia kir armancên vê dewra muzakireyan bi astengîderxistina Şamê pêk nehatin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, çavkanîyekê li Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê ragihand ku idiayên Stefan De Mîstora û Wezareta Karên Derve ya Fransayê ku Şam berpirsê işkesta dewra vê dawîyê ya muzakirên Jênêvê dan nasandin, nayên qebûlkirinê û dîyar kir: Ew idia nimayişeke neyarên sûrî ye ku li çarçêva aloz û şeperzekirina gelê Sûriyê û li gor şantaj û derewan e, Eva şêwazeke ku encama wê rijandina xwîna gelê Sûrîyê ye.

Wê çavkanîyê li Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê bal kişand ser danûistandina erênî û hewldanên bi dil û can ên Şamê ji bo xilasbûna ji qeyrana niha û got: Desteya hikûmeta Şamê bi vê hêvîyê ku vê dewra civînan encamên erênî hebin, li Jênêva Swîsê amade bû.

Çavkanîyeke fermî li Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê herwiha bal kişand ser daxûyanîya civîna Rîyazê û helwestên ji pêş va kifş ên vê daxûyanîyê û got: Ew daxûyanîya ji bo armancekê hat amadekirinê û ew jî asêkirin û işkesta dewra nû ya muzakiran li Jênêvê bû.

Neyarên sûrî yên ku Erebistan pişta wan digire li civîna ser navê Civîna Rîyaz-2`yê li vî welatî, pêgirî li ser wêdeçûna Bişar Esed serokomarê Sûrîyê ji desthilata vî welatî kiribûn.

Ev pêşmerca bû sebeb ku desteya hikûmeta Şamê bi rojek derebgîyê bigihêje Jênêvê û bi dewama astengîderxistina desteya neyarên sûrî du rojan piştre tera muzakireyan bike.

Heştemîn dewra muzakirên Jênêvê ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê di 28`ê Mijdarê de destpê bû. Desteya hikûmeta Sûrîyê roja 19`ê Kanûnê derbasî Jênêvê bû û muzakire heta pêncşemê şevê berdewam bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu