ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîd Resûl Senaî: Ji Urdinê ve serpereştiya kiryarên terorîstî li Iraqê û Sûriyê tê kirin

Li gor nûçeya ajansa Îranê ya Tesnîm, şêwirmendê siyasî yê fermandariya sipaha pasdarên Îranê Emîd Resûl Senaî ragehand, rizgarkirina bajarên Mûsilê li Iraqê û li Sûriyê jî Helebê xaleke geş a serkeftina berevaniya li Îslamê ye.

Emîd Resûl Senaî ragehand, ku ji Urdnê ve odeyek kiryarên terorîstî heye û serpereştiya hemû kiryarên terorîstî li Iraq û Sûriyê tê kirin.

Ew fermandarê sipaha pasdaran dibêje Tevgera Tekfîrî (Grubek îslamî ya terorîst) nûnertiya îslama Amerîka û Erebistana Siûdî dike û benê wan di destê wan her du welatan de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu