ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Du mîlyon ziyaretkerên îranî derbasî Iraqê bûn

Şêwirmendê leşkerî yê wezîrê karên hundur ê Iraqê, hejmara herî dawîn a ziyaretkerên îranî yên ku derbasî sînorên Iraqê bûne, nêzî du mîlyon kesî ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, serleşker Mihemed Nasir El Hesen, roja sêşemiyê li koma nûçegîhanên li bajarê pîroz ê Kerbelayê, herwiha got: ji destpêka ketina ziyaretkerên îranî nava erdên Iraqê heya niha, zêde ji mîlyonek û 900 hezar ziyaretkerên îranî, derbasî vî welatî bûne.

Wî herwiha got: Ziyaretkerên îranî ji serê meha Seferê ve, hêdîhêdî derbasî nava axa Iraqê bûne û di van rojên vê dawiyê de, meşa berfireh a ziyaretkerên îranî bona beşûdariya li rêûrisma ziyareta Erbeîna Hisênî, zêdetir bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu