NûçeRojhilatanavin

Seredana serokkomarê Îranê ya Yezdê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya 22`an îro duşemê gihêşte bajarê Yezda navenda vê parêzgehê.

Li gor rapora IRIB News’ê, Hesen Rûhanî” Serokê komara islamî ya Îranê li sefera xwe ya 22`an îro duşemê gihêşte bajarê Yezdê navenda vê parêzgehê û tev sermayedar, pêşedar, alim û zanayên vî bajarî hevdîtin pêk anî.

Biryar e li vê sefera Rûhanî, 6 projeyên mezin ên avedankirinê, pêşeyî û dermanî karê xwe dest pê bikin û serokkomarê Îranê pişkdariya rêûrisma destbikarkirina van projan bibe.

Li vê sefera serokkomarê Îranê bo Yezdê her wisa hêzgeha iliktirîka Tabanê jî karê xwe dest pê dike.

Ev hêzgeha bi hewildana pisporên hundirî hatiye çêkirin û pişkek pir ji îliktirîka Îranê dabîn dike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu