CîhanEwropaNûçe

Xwenîşandana amerîkiyan li dijî hebûna çekan li destê xelkê

Hezaran kes ji xelkê Amerîkayê duh şemiyê li bajarê Şîkagoyê navenda eyaleta Îlinoyê kom bûn û nerezamendiya xwe li dijî hebûna çekan li destê xelkê û bêşixuliyê dane diyarkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hezaran kes ji xelkê Amerîkayê duh şemiyê li bajarê Şîkagoyê navenda eyaleta Îlinoyê kom bûn û riya mezin a Din Rayan girtin û nerezamendiya xwe  li dijî hebûna çekan li destê xelkê û zêdebûna reftarên fanatîk li Amerîka û herwisa zêdebûna bêkariyê li vî welatî dane diyarkirin.

Karbidestên polîsê eyaleta Îlîniyoyê ragihandine ku bi xelkê nerazî va dikevine gotûbêjê ta ku ewna vê riya sereke vekin lê serokê xwenîşanderan gotine ku vê riyê bi tamî digirine destê xwe û hetanî ku sozên wan cih neyên jî dest ji xwenîşandana xwe ber naden.

Başa dön tuşu