IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din

Rêxistina terorîst DAIŞê ku 3yê Tebaxa 2014an bi êrîş û komkujiya ser êzidîyan re, bi hezaran keç û zarokên êzidî revandibû, piştî dortengbûna wan li bajarê Mûsilê cihê wan revandiyan guherand.

Tê ragihandin, DAIŞê piştî têkçûna xwe ya li hin deverên bajarê Mûsilê ku hêzên Iraqê ji 17ê Cotmeha 2016an ve operasyonê li ser wan dikin, cihê êzidiyên ku di destê wan de dîl hatine dîlkirin jî guherand û ew veguhestin hêla rastê bajarê Mûsilê.

Rêveberê ofîsa dîlên êzîdî li parêzgeha Duhokê diyar kir, terorîstên DAIŞê revandiyên êzîdî ji bo milê rastê bajarê Mûsilê veguhestin û li gor agahiyên berdest keç, zarok û jinên êzîdî bi kom li du sê cihên cuda di nav malan de hatine belavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu