ÎranNûçeRojhilatanavin

Şandina du hezar miliyar riyalî ya gazolê ji Îranê bo Kurdistana Iraqê

Di heyama yek sala bihurî da zêde ji 110 miliyon lîtr gazol bi bihayê zêdetir ji miliyarek riyalî ji Miyandoabê li bakurê rojavaya Îranê bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin.

Mihemed Sadiqî birêvebirê kompaniya niftê ya navçeya Miyandoabê duh anku yekşemiyê li hevpeyivîna digel IRNA`yê tevî ragihandina vê nûçeyê, got: Pêşwaziya bêhempa ji bo kirrîna gazola Îranê li welatên cînar ji ber kuwalîteya wê ya bilind e.

Sadiqî her wiha got: “Girtina pêşiya qaçaxê, dûrkirina kesên galon bi dest ji sînoran, ketina nav bazara rikeberiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê û bidestxistina derhata niştecihên sînor ji armancên din ên şandina gazolê bo Iraqê ye“.

Kompaniya niftê ya navçeya Miyandoabê bi hebûna heşt deveran û 89 cîgehên raberkirina berhemên niftê yek ji 37 navçeyên niftî yên Îranê ye ku rojane karê gihandina sotemeniyê, dabînkirina û parvekirina du miliyon û 700 hezar lîtr cûreyên berhemên niftê girtiye ser ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu