ÎranNûçeRojhilatanavin

Şandina kompapora hêza deryayî ya artêşa Îranê bo Omanê

Kompapora hêza deryayî ya artêşa Îranê ji bo pêkanîna tedbîqat û meşqa leşkerî ya hevpar a hawargihandin û filitandina deryayî digel hêza deryayî ya Omanê bo vî welatî hat şandin.

Li gorî Nûçen SAHAR TV yê ji zare rapora IRNA`yê, emîr deryadar Hisên Azad fermandeyê yekem ê hêza deryayî ya artêşa Îranê bi ragihandina vê nûçeyê got: Li gorî cîgeha deryaya başûr û Oqyanûsa Hindê li warê abora deryayî û berfirehbûna hatûçûna gemiyên ticarî û niftkêş li van deryayan, ji bo dabînkirina ewlehî, amadetî û hawargihanî û filitandinê, du hêzên deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê û welatê Omanê meşqeke hevpar a hawargihanî û filitandinê organîze dikin û cih tînin.

Hisên Azad got: Îsal ev meşqa leşkerî dê bi mêvandariya Omanê be ku li w3arê deryaya başûr û bakurê Oqyanûsa Hindê pêk tê.

Wî got: Ev meşqa leşkerî ya hevpar bi Kompaniya Navşiken a Komara îslamî ya Îranê-Sebelan, Gemiya şêrr a piştevan û firokehilgir a Lavanê, firokeyeke SH3D û gemiya mûşekavêj a Felaxonê bi guncawtiya hema bêje 1000 kesî û beşdariya hin yekîneyên Omanê bi qasî heftiyekê cih tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu