CîhanNûçe

Şandina nameyên bigef jibo mizgevtan li Amerîkayê

Berpirsê mizgetva El-Kerîmê li devera Proydênsê li eyaleta Rodaylendê dibêje ku nameyeke binefret wergirtîye.

Li gorî rapora PressTV`yê, serokê polîsên devera Proydênsê dibêje ku di wê nameyê da misilman “ pîs û rezîl“ hatine binavkirinê, loma hêzên ewlehîyê gerra li derdora vê mizgevtê zêde kirine.

Feysel Enasrî ji Navenda Islamî ya Rodaylendê ev nameya “ gellekî hişyarkir“ zanîye.

Berî vîya roja sêşemê berpirsê medreseyeke taybet  li Îndîyanapolîsê li eyaleta Îndînîyayê ku ser bi mizgevteke herêmî ye ragihand ku nameyeke binefret wergirtîye.

Di nameya hanê da hatibû nivîsîn ku, Donald Trump serokomarê bijartî yê Amerîkayê karekî bi misilmanan ra dike ku Hîtlêr bi cihûyan ra kir. Li dewama vê nameyê xitabî misilmanan hatîye ku “ kel û melên xwe bidin hev û ji rewşa bitalûke birevin.“

Li ser tembra nameyên hanê jî roja 21`ê Mijdarê û eyaleta Santakilarîtayê ser bi eyaleta Kalîfornîyayê hatîye qeydkirin.

Di hefteyên dawîyê da, 6 mizgevt li eyaleta Kalîfornîyayê ji wan bajarên Losanceles û Senxozê nameyên bigef wergirtine.

Konseya Peywendîyên Amerîkî-Islamî, koma herî mezin a piştgirîyê dide misilmanên Amerîkayê, ji polîsên fêdêral xwestîye ku li bara van nameyên bigef lêkolînê bike.

Di vî halî da komên piştgirê mafên medenî li bara ihtimala zêdebûna êrişên li dijî kêmîneyan ji wan misilmanan bi dû bijartina Donald Trump hişyarî dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu