Hîva sor a Sûriyê li bara şandina zêde ji 70 barên xwarek û dermanan bo derdorên Heleb, Şam û Derayê li vî welatî agahî da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Rêxistina Hîva sor a Sûriyê li daxûyaniyekê raghand ku 49 barên alîkariya mirovhzane, heşt hezar selikên xwarek û dermanan bo bajarên Seqba û Kefer Betnayê bo navça Qûta rojhilata Şamê şandiye.
Terorîstên hazir li Xuteya rojhilat rê nedan ku alîkariyên miriovheziyê yên NY derbasî bajarokên Yelda, Bebîla û Beyt Sehmê li Rîfa Şamê bibin.
Navenda rûsî li Hemîmîmê li Sûriyê jî zêde ji 1700 kg xwarek û derman şandiye Rîfa Helebê û 22 bar jî şandine derdora Derayê.
22 barên alîkariyên mirovheziyê jî hatine şandin bo gundên Til El-Şehab û El-Teyib li Rîfa Derayê li navça kêmkêşe û 800 sûrî jî li hefteyên derbasbûyî vegeryane malên xwe.
Dewleta Sûriyê hewl dide rewşa jibo gîhandina alîkariyên mirivhezane bo welatiyên sûrî ku di navçeyên dagirbûyî yên terorîstan de ne, pêk bîne.