NûçeRojhilatanavinYemen

Şandîyê taybet ê NY bo Yemenê xwest ku komîteya navnetewî ya çareserkirina qeyrana vî welatî pêk bê

Ismayîl Weled Şêx Ehmed şandîyê taybet ê NY bo Yemenê şeva buhurî li civîna navneda navnetewî ya Waldayê li vî welatî got: Pêkanîna komîteyeke navnetewî ku alîyên şêrr ên yemenî vexwîne masa muzakirê û rawestandina şîdetê, pêwîst e.

Şêx Ehmed herwiha got: Me di çend mehên buhurî da nexşerêyeke cida jibo kutakirina pevçûnan raberî hemî alîyên li Yemenê kir ku komeke sîyasetên mayinde û tivdîrên ewlehîyê digire ber xwe ku divê haya hemî alîyan ji wan hebe.

Berî vîya jî nunerê taybet ê NY li karên Yemenê ragihand ku ji hemî alîyên pevçûnê li Yemenê xwestîye ku jibo kutakirina nearamîyan li vî welatî ji beşeke daxwazên xwe derbas bin.

Ev gotin li halekî dikevin rojevê ku Erebistana Siûdî hemî rojan êrişî deverên curbicur ên Yemenê dike û NY jî heta niha pêngaveke kêrhatî ranekirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu